Jinên Hiquqnas li Tirkiyê nerazibûna xwe nîşan dan

Ji bo jinan hêviya ”jiyaneke azad û dûrî tundiya mêran” xwestin.

Jinên Hiquqnas li Tirkiyê nerazibûna xwe nîşan dan
Jinên Hiquqnas li Tirkiyê nerazibûna xwe nîşan dan

K24-Enqere 

jinên Hiquqnas li Enqerê, derbarê biçûkxistina jinan û tundiya li ser wan bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşan dan û bo jinan hêviya ”jiyaneke azad û dûrî tundiya mêran” xwestin.

Komisyonên Jinan ên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, Komeleya Mafên Mirovan û Komeleya Hiqûqnasên Azad, li ber Dadgeha Enqerê kom bû û rexneyên tund zimanê mêran yê cûdahiyê dixe navbera jin û mêran, tundî û destdirêjiya mêran a li ser jinan û polîtîkayên dewletê yên biçûkxistina jinan, girt.

Jinan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku pergala dewletê tundî û dijminahiya mêran a li dijî jinan meşrû dike û bi vê yekê mêr zimandirêjî û zextên xwe ên li ser jinan ferz dibînin.

Parêzerên jin herî dawî daxuyaniyên Serokê Tîma Trabzon Sporê İbrahim Hacıosmanoğlu şermezar kir û diyar kirin ku ew ên ji ber wan gotinên wî ên ku jinan biçûkdixin dozê rakin û

daxwaz kir ku dewlet jî dev ji parastina tundiya mêran a li dijî jinan berde.

Serokê Tîma Trabzon Sporê beriya 2 hefteyan bi daxuyaniyeke xwe heqaret li jinan kiribû û piştî wê daxuyaniyê, hêrsa jinan a li dijî İbrahim Hacıosmanoğlu gelekî zêde bû û ew ji aliyê gelek rêxistinên jinan ve hatibû şermezar kirin.