Kurdistan24
Nivîskar
Lûtkeya G20 piştî 2 rojan ji gûftûgoyên bidawî hat
Di civînan de xala sereke di gel pirsgirêkên aborî a cîhanê terora navneteweyî, DAÎŞ û qeyrana Suriyeyê bû.
K24-Navenda Nûçeya
Civîna G20ê piştî gûftûgoyên 2 rojan bidawî hat. Di civînan de xala sereke di gel pirsgirêkên aborî a cîhanê terora navneteweyî, DAÎŞ û qeyrana Suriyeyê bû.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Barack Obama da zanîn ku Her çiqas li hemberî DAÎŞê ew bi awayeke dijwar têbikoşin jî pêwîstiya wan ji hêzên bejahî re heye.
Armanca wan tinekirina DAÎŞê ye. Ji bo vê yekê jî ew xwedî hêza leşkerî û istixbarî ne. Hêzên hevpeyman operasyonên xwe yên asimanî zêde dikin. Hata niha wan 8 hezar caran êrîşê DAÎŞê kirine.
Obama amaje pê danê ko ger li ser erdê jî hevkarên wan yên leşkerî hebin DAÎŞ dişke û paşve dikişe. Bi vê yekê jî çi li Iraqê çi jî li Sûriyeyê erdên ko DAÎŞ lê desthilatdare kêmtir bûye.
Serokdewletê Rûsyayê Vîladîmîr Putîn jî piştî civîna G20ê rûniştineke çapemeniyê lidarxist û di derbarê çavkaniyên aborî yên DAÎŞê de daxuyand ku DAÎŞ ji 40 dewletan piştgirî distîne û beşek ji wan jî endamên G20ne. Putîn got wî ji Serokdewletên endamên G20 re behsa jêderên aborî yên DAÎŞê kiriye.
Herwiha di têkoşîna dijî terorê de giringiya vê mijarê jî anîye ziman û dîmenên tîcareta neftê ya DAÎŞê ko ji balafiren Rûsî hatine kişandin nîşanî endamên G20ê daye.
Heta niha Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan gelek caran li Sûriyeyê daxwaza avakirina herêmeke tampon dikir. Lê Barack Obama diyar kir ko zehmetiyên avakirina herêmek tampon hene û ev yek têra çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê nake.
Her çiqas di encamnameya civînê de hatibe ragihandin ko endamên G20ê li dijî terora DAÎŞê yek deng in daxuyaniyên Obama û Putîn eşkere dike ku li ser vê mijarê di navbera wan de zelalî nîne.