Fransa êrîşên xwe li dijî DAIŞê tundtir dike

Sêyemîn opersyona xwe piştî êrîşên Parîsê encam da

Fransa êrîşên xwe li dijî DAIŞê tundtir dike
Fransa êrîşên xwe li dijî DAIŞê tundtir dike

K24- Navenda Nûçeyan

Fransayê  sêyemîn opersyona xwe piştî êrîşên Parîsê li ser baregeh û navendên rêxistina DAIŞê li Sûriyê encam da.

Roja Îna borî, çend êrîşên terorîstî paytexta Frasna, Parsî, hejandin, di encamê de 129 kesan canê xwe ji dest dan û 352 kes jî birîndar in. Rêxistina DAIŞ ya radîkal berpirsiyariya xwe li ser encamdana wan êrîşan anîbû ziman.

Di daxuyaniyekê de Wezîrê Bergirî yê Fransayê, Jean Yves Le Drian duh (17.11.2015) ragehand ku 10 firokeyên wan êrîş kirine ser baregehên DAIŞê li bajarê Reqayê ku weke navenda wê rêxistinê radîkal li Sûriyê tê naskirin û da zanîn ku ew operasyon dê berdewam bin.

 Le Drian da zanîn ku barhilgira firokeyan a Fransî ya bi navê Charles de Gaull dê sibe ber bi rojhelatê Deryaya Spî ve bi rê bikeve bo beşdarîkirin di operasyonên li dijî DAIŞê de.

 Berî niha Wezîrê Bergirî yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian, li gor destûra YEyê daxwaza alîkarî û hevkariyê ji 28 endamên wê yekîtiyê kiribû.

Derbarê vê yekê jî Yekîtiya Eworpayê (YE) ragehandibû ku dê alîkarî û hevkariya leşkerî ya pêwîst bide Fransayê di şerê wê yê li dijî DAIŞê de.