Mesrûr Barzanî: Pêwîste welatên Rojava alîkariyên xwe bo Kurdan zêdetir bikin

"pêwîste welatên Rojava piştgiriya xwe bu hêzên Kurdî li Başûr û Rojavayê zêdetir bikin."

Mesrûr Barzanî: Pêwîste welatên Rojava alîkariyên xwe bo Kurdan zêdetir bikin
Mesrûr Barzanî: Pêwîste welatên Rojava alîkariyên xwe bo Kurdan zêdetir bikin

 K24-Navenda Nûçeyan

Şêwermendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî got ku pêwîste welatên Rojava piştgiriya xwe ya bo Hêzên Kurdî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêdetir bikin.

Di hevpeyvînekê de li gel kenala BBC ya Brîtanî Mesrûr Barzanî, duh,(17.11..2015) ragehand: "Hêvîdarim ku bûyara  li Parîsê qewimî zingilê hûşdariyê bo welatên rojava dabe. "

Barzanî da zanîn jî ku eger welatên Rojava bo şerê li dijî DAIŞê amade nebin “hêzeke leşkerî bişînin” pêwîste alîkariyên xwe bo Hêzên Kurdî li Başûr û Rojavayê Kurdistanî zêdetir bikin.

Şêwermendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê eşkere kir û got: "Em nikarin bêjin ku rêxistina DAIŞê bêhêz bûye, raste me çend navçe ji bin destê rêxistina navborî  rizgar kirine lê DAIŞ tektîk û şêwazên nû yên terorê bikar tîne."

Di dawiya hevpeyvînê de Barzanî diyar kir ku pêwîst e hemû welat hawliên xwe ji bo jinavbirina DAIŞê zêdetir bikin.

Derbarê rizgarkirina navçeyên Herêma Kurdistanê de ji aliyên Pêşmergeyan ve, Barzanî da zanîn ku nabe Pêşmerge destdirêjiyê bikin li ser wan navçeyên derveyî sînorên Kurdistanê.