"Di êrîşa li Parîsê de armanca DAIŞ'ê tolhildan e"

JI encama êrîşê heta niha 132 kesan canê ji xwe ji dest daye û polsîn Fransî jî 104 kes girtin e.

"Di êrîşa li Parîsê de armanca DAIŞ'ê tolhildan e"
"Di êrîşa li Parîsê de armanca DAIŞ'ê tolhildan e"

K24- Stenbol

Êrîşa li Parîsê ku ji aliyê çekdarên DAIŞ'ê ve pêk hatibû, bûbû sedema mirina bi dehan kesên sivîl. Pispor derbarê armanca êrîşê de dibêjin: DAIŞ li dijî biryar û helwestên Fransayê, ji bo tolhildanê êrîşên wiha dike û dixwaze metirsiyeke bixe nav gelan.

Rojnamevan Alî Topuz ji K24 re diyar kir ku, DAIŞ bi êrîşa li Parîsê dixwaze raya giştî li hember dewleta Fransayê sor bike û hinek biryarên dewletê ji bo berjewendiyê rêxistinê biguherîne.

Alî Topuz berdewam kir û got: “Rêxistinên weke el-Qaîde û DAIŞ helwesta gelê Ewropayê li hember hikûmetan baş dizanin û ji bo armanca xwe pêk bînin, bi rêya êrîşên terorî gel û dewlet tînin hemberî hev da ku biryar û rayedarên dewletê bên guhertin. Hinek komên nijadperest van bûyerên terorî dikin bihane û dibe ku êrîş li welatiyên misilmanan jî bikin.

Nivîskar û lêkolîner Faîk Bulut derbarê êrîşa li Parîsê de got: “DAIŞ ji bo tola xwe ji Fransayê hilde û ji bo li welatên Ewropayê di navbera welatiyan de aloziyekê derxe ev êrîş pêk aniye.“”

Bi nêrîna Faîk Bulut “Hinek misilmanên li Ewropayê, li dijî rêxistina DAIŞ'ê ne, hinek misilmanên li Ewropayê dijîn jî ku nêzîkî DAIŞ'ê ne piştî vê êrîşa dawî hêdî hêdî xwe diyar dikin. Herwiha aliyekî wê berê xwe bidin hikûmeta Fransayê aliyekî jî wê nêzî DAIŞ'ê bibin.”

Heta niha di êrîşê de zêdetirî 132 kesan mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Rayedarên Fransayê daxuya kirin ku der barê bûyerê de li Parîsê 104 kesan hatine girtin û gelek çek hatine bidestxistin.