Kurdistan24
Nivîskar
Penaberên li Stenbolê ji ber zivistanê di rewşek dijwar de ne
Penbaer daxwaza alîkariyê him ji dewletê û him ji xêrxwazên Tirkiyê dikin da ji wê wan ji wê rewşa dijwar xilas bikin.
K24- Stenbol
Zêdetirî 2 mîlyon penaber ji şerê navxweyî yê li Surî reviyan û xwe spartin Tirkiyê. Ji wan nêzî 400 hezar koçberên ku li Stenbolê di mercên giran de dijîn, beriya zivistanê bi ser wan de bê banga alîkariyê li xêrxwazan dikin.
Penaberên ku li Stenbolê bi cih bûne niha jî, ji ber sermayê di rewşek dijwar de ne. Koçber dibêjin, em di xema wê yekê de ne ka em ê zivistanê çi bikin û em him ji dewleta Tirk û him jî ji welatiyan alikariyê dixwazin.
Penaberkî Sûrî bi rêya K24 peyamek ji tevaya Tirkiyê re şand û got: “Ez bangî hemû Tirkiyê dikim. Bila me ji vê xizaniyê xelas bikin. Hûn jî “rewşa me dibînin. Tu tiştekî me tuneye. Zivistan jî tê, em ê çi bikin nizanin.”
Wî banga xwe wiha berdewam kir “Em mecbur in. Xwedê kesî mecbur neke. Zivistan jî tê. Sobê me tuneye, bataniyê me tuneye. Em kinc dixwazin.”
Li bajarên Tirkiyê ji bo penaberan 22 konbajar hatine avakirin. Li van konbajaran jî nêzî 220 hezar penaber jiyana xwe didomînin. Lê ji sedî 85ê koçberên ku hatine Tirkiyê ji derveyî konbajaran dimînin.
Serokê Berê yê Komeleya Çand û Alîkariyê yê Penaberan Îlyas Erdem dibêje penaber naxwazin ku li konbajaran bimînin li bajaran jî li malên pir xirab dijîn. Divê ji bo wan cihên guncaw bên amadekirin.
Îluas Erdem axeftina xwe ya ji K24 re wiha berdewam kir “Çawa ez niha hemû karê xwe bixwe dikim, dixebitim, wana jî wisa dixwazin. Mînak Şarederiya Amedê û Şirnexê ji bo Êzîdiyan cih çêkirine, hewceye ku cihên wiha li Stenbolê jî bên çêkirin.”
Her çiqas di mehên borî de welatên Ewropayê sînorên xwe ji bo penaberan vekiribin jî, li Stenbolê ji Ewropayê pirtir penaber dijîn. Piraniya koçberan dixwazin heta hetayê li cih û warekî bi ewle bijîn.