Amerîka çavkaniyên darayî yên DAIŞê armanc dike

Penatgonê ragehandiye ku wan heta niha 175 operasyon li dijî navçeyên petrolê yên di dest DAIŞê de encam dane.

Amerîka çavkaniyên darayî yên DAIŞê armanc dike
Amerîka çavkaniyên darayî yên DAIŞê armanc dike

K24- Navenda Nûçeyan

Amerîka çavkaniyên petrola rêxistina DAIŞê ya radîkal dixe armanc, di heyama mehekê de jî 175 armanc li navçeyên di bin kontrola wê rêxistinê de jinav birine.

Armanca Amerîkayê ji wan operasyonana ew e ku, dahata petrolê li ser DAIŞê bibire, li gor pisporan ew rêxistin rojane biqasî milyon dolarî petrolê difroş e.

Li gor ku hatiye belavkirin, di destpêka vê heftiyê de, firokeyên hevpeymaniya navdewletî 116 tankerên veguhestina petrolê yên DAIŞê jinav birine.

Ajnasa Reutersê jî belav kiriye ku, ji 22ê Cotmehê ve, firokeyên hevpeymanan rafîner û tankerên embarkirina petrolê li navçeyên di bin destê DAIŞê de têk birine.

Roja Îna borî jî, Wezareta Bergirî ya Amerîka (Pentagon) ragehand ku, operasyonên wan ziyanên mezin gehandine çavkaniyên darayî yên DAIŞê.

Operasyonên Amerîka û hevpeymanan bi taybetî li dijî kêlgehên petrolê yên li Dêrezor û Bukmal (Sûriyê) bûn, ku ji sedî 65ê dahata DAIŞê ji petrola her du navçeyan dihat.