Kurdistan24
Nivîskar
Firokeyên Fransî 33 çekdarên DAIŞê dikujin
Bi dehan ji malbatên serkirdeyên DAIŞê ji Reqayê reviyan e.
K24- Navenda Nûçeyan
Firokeyên Fransî 33 çekdarên rêxistina DAIŞê li Sûriyê dikujin, malbatên serkirdeyên wê rêxistina radîkal ji bajêr direvin.
Li gro daxuyaniyeke Rewanegah Sûrî ya Mafê Mirovan, operasyonên firokeyên Fransî di 3 rojên borî de li ser bajarê Reqayê, ziyanên madî û mirovî yên mezin gehandine wê rêxistinê.
Di daxuyaniyê de hatiye ku, ji encama wan êrîşan 33 çekdarên DAIŞê li Reqaya Sûtî hatine kuştin.
Herwiha malbatên serkirdeyên DAIŞê, yen biyanî, ji bajrê direvin û berê xwe didin Mûsilê, ji ber ku êdî Reqa nema cihek ewle ye bo DAIŞê.
Derbarê hejmara malbatên DAIŞê yên reviyayî de, Rewangeha Sûrî diyar kiriye ku bi dehan in, lê hejmarek hûr nedaye.
Piştî bûyerên Parîsê ku di encam 132 kesan canê xwe ji dest dabû, Fransayê ragehand ku ew dê rêxistina DAIŞê jinav bibe û operasyonên xwe yên li dijî pêgehên wê rêxistinê li Sûriyê tundtir kirine.