Kurdistan24
Nivîskar
Kanada dê leşkerên zêdetir bişîne Kurdistanê
Ev heyama salekê ye ku leşkerên Kanadî li Herêma Kurdistanê Pêşmergeyan perwerde dikin.
K24- Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Kanadayê, Justin Trudeau radigehîne ku, dê welatê wî leşkerên zêdetri bişîne Herêma Kurdistanê.
Justin Trudeau duh, 17ê Mijdarê, ji rojnamevanan re got ku, ew dibîne ku hejmara leşkerên Kanadî yên ku Hêzên Pêşmerge perwerde dikin kêm e.
Ev heyama salekê ye ku 69 leşker û pispor û şêwirmendên leşkerî yên Kanadî, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê perwerde dikin.
Di nêrîzna Justin Trudeau de, divê hejmara hejmara wan leşkeran zêde bibe, lê dema şandina wan leşkerên nû eşkere nekiriye.
Serokwezîrê Kanadayê diyar kir jî ku, ew dê hewldanên xwe derbarê amadekirina aliyên ku li dijî DAIŞê şer dikin de zêdetir bikin, lê ew beşdarî operasyonên leşkerî yên li dijî wê rêxistina radîkal nabin.
Justin Trudeau diyar kir jî ku, dê hêzên Kanadî demek dirêj li Herêma Kurdistanê bimînin.