Evîn Şikakî
Reporter
Rûsya: Pêwîst e şerê DAIŞê li erdê were kirin
Rûsya radigehîne ku divê hevdemî operasyonên esmanî operasyonek bejayî jî li dijî DAIŞê birêve biçe.
K24-Navenda Nûçeyan
Rûsya radigehîne ku divê hevdemî operasyonên esmanî operasyonek bejayî jî li dijî DAIŞê birêve biçe.
Di daxuyaniyekê de Ofîsa Serokatiya Rûsyayê (Kremlin) îro (18.11.2015) ragehand ku operasyonên li dijî rêxistina DAIŞê li Sûriyê pêwîstiya wan bi şerekî li ser erdê û bi serperştiya Artêşa Sûriyê heye.
Kermlin red kir ku piştî eşkerekirina sedemên ketina firokeya wan li Misrê dema operasyonên xwe guhertibin, diyar kir jî ku şerê li dijî DAIŞê armanceke hevbeş e di navbera wan û Amerîkayê de, lê pirsgirêkên teknîkî di nevbera her du aliyan de hene.
Ji aliyeke din ve Wezîrê Bergirî yê Rûsyayê Sergey Shoygu îro(18.11.2015) ragehand ku pêwîste ewlehiya welatan ji berjewendiyên cyopolitikal giringtire û diyar kir ku pêwîst e hemû welat alîkariyên xwe bikin yek di rûberûyê terorê de