YPG: Artêşa Tirkiyê dîsan êrîşî me dike

YPG diyar dike ku ji 24ê Mijdarê ve êrîşên Artêşa Tirkiyê li dijî pêgehên wan berdewam in

YPG: Artêşa Tirkiyê dîsan êrîşî me dike
YPG: Artêşa Tirkiyê dîsan êrîşî me dike

K24- Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) radigehîne ku, Artêşa Tirkiyê bi çekên giran êrîşî du pêgehên wan kirin e.

Li gor daxuyaniya YPGê, duh 17ê Mijdarê Artêşa Tirkiyê “di navbera saet 17.30’an û 18.00’an de li dijî xala Zeytûn a dikeve rojavayê bajarê Girê Spî û di navbera saet 22.00’an û 23.00’an de jî li dijî gundê Eyn Betê ya dikeve rojavayê Girê Spî bi çekên giran ên wekî A4 êrîş kirine.”

Ji 24ê Cotmehê ve, YPG radigehîne ku Artêşa Tirkiyê êrîşî hêzên wan li derdora Girê Spî dike.

Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê jî encamdana wan êrîşan piştrast kirine, herwiha tekez kirine ku ew dê bersiva her metirsiyekê li ser asayişa Tirkiyê ya neteweyî bidin.

Tirkiyê dibîne ku YPG baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Sûriyê ye, herwiha bi tundî êrîşî her hewldaneke navdewletî bo alîkarîkirina wê hêzê dike.