Kurdistan24
Nivîskar
Fazil Mîranî: “ Çareya kêşeyan bi lihevgehiştin û hevpejirandinê ye”
Sekreterê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê radigehîne ku jiber hestiyariya qunaxa niha pêwîst e pirsgirêk bi berpirsiyariyeke mezin serderiyê ligel bike.
K24 – Hewlêr
Sekreterê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê radigehîne ku jiber hestiyariya qunaxa niha pêwîst e pirsgirêk bi berpirsiyariyeke mezin serderiyê ligel bike.
Sekreterê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê Fizil Mîranî derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û navçeyê ragehand ku ji ber hestiyariya qunaxê pêdivî ye pirsgirêk bi berpirsiyariyeke mezin serderî li gel bê kirin û şerê ragehandinê bê ragirtin bo aramkirina rewşê û danûstandin di navbera hemû aliyan bê merc dest pê bikin ve.
Mîranî ew eşkera kir ku PDKê dê berdewam be liser hewlên yekrêziya navmala kurd bide, û baweriya wê ewe ku çareseriya arîşeyan bi diyalog, ji hevtêgehiştinê û hevdu pejirandinê.
Herweha Mîranî behsa serkeftina hêzên pêşmerge kir bi fermandeyî ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rizgarkirina Şingalê û derdorên wê ji destê terorîstên DAIŞê û derkirin û jinavbirina wan dibe egera seqamgîrî û aramiya pêtir ya navçeyê bi taybetî û cîhanê bi giştî.
Ev gotinên Fazil Mîranî li çarçova pêşwazîkirina wî bûn bi Welîd Qezazê Konsulê nû yê Ûrdunê li herêma Kurdistanê, ku wî jî pîrozbahî li xelkê Kurdistanê kir bo rizgarkirina Şingalê û destxweşiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û rola wan bilind nirxand di şerê li dijî DAIŞê de.