Malbatên çekdarên DAIŞê ji Reqayê koç dikin

Malbatên çekdarên DAIŞê ji ber êrîşên Fransa û Rûsyayê ve ji Reqayê berve Mûsilê koç dikin.

Malbatên çekdarên DAIŞê ji Reqayê koç dikin
Malbatên çekdarên DAIŞê ji Reqayê koç dikin

Malbatên çekdarên DAIŞê ji ber êrîşên Fransa û Rûsyayê ve ji Reqayê berve Mûsilê koç dikin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro 18 Mijdarê ragehand ku gelek malbatên çekdarên DAIŞê yên biyan ji Reqaya Sûrî berve Mûsila Iraqê direvin, piştî ku di çend rojên dawî de bi ji aliyê firokeyên Fransî û Rûsî ve dihate bombebarankirin.

Rêveberê Rewangehê Ramî Ebdulrehman diyar kir ku di rojên 15,16,17 vê mehê de firokeyên Fransa û Rûsyayê êrîşên xwe bi ser Reqayê de tundtir kirine, bi taybet jî malên wan hatine bombebarankirin, ku 33 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, bi dehan jî birîndar hene.

Di 13 vê mehê de, DAIŞê “Stade de France û Navenda Bataclanê” li Parîsê di dema lîstika Fransa û Almanyayê de armanc kirin û di encamê de dora 129 kes hatin kuştin û 250ê din jî birîndar bûn.

Wezareta Bergîriyê ya Fransayê roja 14 Mijdarê ragehand ku 10 firokeyên wan bajarê Reqayê bombebaran kirin.