Kurdistan24
Nivîskar
Li Elezîzê 11 kes ji DHKP-Cê û 16 ji HDPê tên girtin
Li Elezîzê ya Bakurê Kurdistanê li dijî rêxistina Tevgera Rizgariya Gel ya Şoreşger DHKP-Cê operasyenek pêk hat.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Elezîzê ya Bakurê Kurdistanê li dijî rêxistina Eniya Rizgariya Gel ya Şoreşger DHKP-Cê operasyenek pêk hat.
Li Bakurê Kurdistanê îro 18 Mijdarê, ji aliyê Gerînendetiya Ewlekariyê Elezîzê ve li dijî rêxistina DHKP-Cê li 2 taxan û 12 navnîşanan operasyenek pêk hat.
Di encama operasyona ku 250 polîs tevlî bûbû 11 gûmanbar hatin binçavkirin. Derbarê operasyonê de lêpirsîn didome.
Herwiha li bajarê Sêrtê navçeya Şîrwanê li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan HDPê operasyoneke din pêk hat. Di encama wê opersyonê de jî digel hevserokên navçeyê 16 kes hatin binçavkirin.