Fermandeya Pêşmergeyên Zêrevanî, bi daxwiyaniyekê kuştina çend nîşangirên DAIŞê piştrast kir.
Li Keskê çend nîşangirên DAIŞê hatin kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandeya Pêşmergeyên Zêrevanî, bi daxwiyaniyekê kuştina çend nîşangirên DAIŞê piştrast kir.
Li gor daxwiyaniya Fermandeya Pêşmergeyên Zêrevanî, li eniya Rojavayê Dîcle gundê Teştê yê beramberî durêyana Keskê, firokeyên şer ên Hêzên Hevpeyman çend nîşangirên DAIŞê kirin armanc û di encam de hemû hatin kuştin.
Şevê din saet 9 û pênc deqeyan firokeyên şer ên Hêzên Hevpeyman bi hevahengiya Fermandeya Pêşmergeyên Zêrevanî binkeyên DAIŞê hatin bombardimankirin û di encamp de 3 nîşangirên DAIŞê hatin kuştin.