KCD, xweseriya demokratîk dixe rojevê

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) encamnameya kongreya xwe ya ku di 14 û 15 Mijdarê de lidar xistibû belav kir. KCD, dê semîneran li ser xweseriya demokratîk bide.

KCD,  xweseriya demokratîk dixe rojevê
KCD, xweseriya demokratîk dixe rojevê

K24 – Diyarbekir

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) encamnameya kongreya xwe ya ku di 14 û 15 Mijdarê de lidar xistibû belav kir. KCD, dê semîneran li ser xweseriya demokratîk bide.

Dîwana KCDê Ragihandiye ku piştî aloziyan, dê ji bo tespîtkirina xisarên li navçeyên Bakurê Kurdistanê lijneyekê pêk bînin û li hemû bajar, navçe û taxan semîneran li ser “Xweseriyeke Demokratîk a Çawa?” û “Modela rêvebiryên xweser” bide.

Hatiye ragihandin ku, KCD  zimanê dayîkê û pêşxistina wan girîng dinirxîne û bal dikşîne ser wê yekê ku divê  av û xweza nebin berhemên firotin û sitendinê.  Kampanyayên çandina daristanan jî dê bên domandin.

herwiha hatiye diyar kirin ku KCD  dê ji bo karhesaniyên berastengan jî xebatan bide meşandin û pêşniyar dike ku Girtîgeha Amedê (girtîgeha 5 nolu) bibe “Muzeya Mafên Mirovan û Bibîranînan”.