Siddik Eren
reporter
KCD, xweseriya demokratîk dixe rojevê
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) encamnameya kongreya xwe ya ku di 14 û 15 Mijdarê de lidar xistibû belav kir. KCD, dê semîneran li ser xweseriya demokratîk bide.
K24 – Diyarbekir
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) encamnameya kongreya xwe ya ku di 14 û 15 Mijdarê de lidar xistibû belav kir. KCD, dê semîneran li ser xweseriya demokratîk bide.
Dîwana KCDê Ragihandiye ku piştî aloziyan, dê ji bo tespîtkirina xisarên li navçeyên Bakurê Kurdistanê lijneyekê pêk bînin û li hemû bajar, navçe û taxan semîneran li ser “Xweseriyeke Demokratîk a Çawa?” û “Modela rêvebiryên xweser” bide.
Hatiye ragihandin ku, KCD zimanê dayîkê û pêşxistina wan girîng dinirxîne û bal dikşîne ser wê yekê ku divê av û xweza nebin berhemên firotin û sitendinê. Kampanyayên çandina daristanan jî dê bên domandin.
herwiha hatiye diyar kirin ku KCD dê ji bo karhesaniyên berastengan jî xebatan bide meşandin û pêşniyar dike ku Girtîgeha Amedê (girtîgeha 5 nolu) bibe “Muzeya Mafên Mirovan û Bibîranînan”.