Kurdistan24
Nivîskar
"Divê Amerîka rasterast çekan bide Pêşmergeyan"
Aid Royce ragehand ku ji ber nerazçbûna serkirdeyên Şîîa Amerîka çekan rasterast naşîne ji Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê re.
K24 – Navenda Nûçeyan
Aid Royce ragehand ku ji ber nerazçbûna serkirdeyên Şîîa Amerîka çekan rasterast naşîne ji Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê re.
Berpirsê Peywendiyên Derve yê Kongresa Amerîkayê rexneyan li Washington digire û bi nerîna wî divê Amerîka rasterast alîkariya Pêşmergeyên Kurdistanê bike.
Endamê Kongresa Amerîkayê Aid Royce ji CNNê re got ku heta niha Amerîka hizir nekiriye hêzên bejayî bişîne ji bo şerê li dijî DAIŞê.
Royce rexneyan li wê yekê digire ku Îdareya Barack Obama alîkariya rasterast bo Pêşmergeyên Kurdistanê red kiriye, ji ber Şîeyan razînebûne li ser vê yekê ku Amerîka rasterast çekan bide Pêşmergeyan.
Navborî bi rêya amadekirina raporta berevaniya neteweyî daxwaz dike ku Amerîka rasterast û bêyî li hikûmeta Iraqê û serkirdeyên Şîe vegere çekan bo Hêzên Pêşmerge bişîne.
Aid Royce tekez kir ku berdewam berpirsên Iraq û Îranê pirsgirêkan li ber hewldanên pirçekkirina rastrast a Hêzên Pêşmerge çêdikin û dixwazin çek hemû bighin destê milîsên Şîe.
Navborî tekez kir ku, Hêzên Pêşmerge çend caran daxwaza roketên li dijî tankan û guleyên hawin ji bo şerê DAIŞê kirine, lê belê bi sedema nerazîbûna hikûmeta Iraqê Amerîka amade nebûye ku rasterast alîkariyan bide Pêşmergeyên Kurdistanê.