Kurdistan24
Nivîskar
PEW: Li Tirkiyê 6 milyon kes dilsozê DAIŞê ne
Li gor encama rapirsiyekê Navenda PEWê ya Amerîkî ji sedî 8ê xelkê Tirkiyê dilsozê DAIŞê ne. Ev jî dike 6 milyon kes û rêjeyeke metirsîdar e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gor encama rapirsiyekê Navenda PEWê ya Amerîkî ji sedî 8ê xelkê Tirkiyê dilsozê DAIŞê ne. Ev jî dike 6 milyon kes û rêjeyeke metirsîdar e.
Navenda PEWê ya rapirsiyan a Amerîkî li nav 11 welatên Misilman rapirsiyek kiriye û rêjeya dilsozên DAIŞê aşkere kir. Encamên rapirsiyê metirsiya li Tirkiyê jî raxistiye ber çavan.
Li gor encamên rapirsiyê ji sedî 8ê xelkê Tirkiyê gotiye ku ew ji DAIŞê hez dikin. Ji sedî 19an gotine ew nizanin û ji sedî 73an jî gotine nexêr. Li gor vê encamê, li Tirkiyê 6 milyon kes dilsozê rêxistina DAIŞê ne.
Di rapirsiyê de rêjeya xelkên ku ji DAIŞê hez dikin, li ti welatekî de negehiştiye ji sedî 15. Nîjerya di rêza yekem de ye ku ji sedî 14ê xelkê wê ji rêxistina terorîstî hez dikin.
Di rapora PEWê ya derbarê rapirsiyê de li Libnanê ti kesan ji vê rêxistinê re negotine ‘’Erê’’ lê belê ji sedî 62 gotine ‘’Niza nim’’.
Navenda rapirsiyê li 15 welatên Ewropî jî rapirsî kiriye û ji sedî 50 zêdetir xelkên Ewropî dibêjin DAIŞ metirsiyeke bo ser civaka navdewletî.
Li Fransa ji sedî 71, Îspanya ji sedî 77, Elmanya ji sedî 70 û Îtalya ji sedî 69ê xelkê, rêxistina terorê wek metirsî li dijî axa xwe, dibînin.