Pisporên terorê axaftina Obama şaş dibînin

Pisporên Rohilata Navîn û akademisyen helwesta Serokê Emerîka Barack Obama ya derbarê Herêma Tampon de xeter dibînin.

Pisporên terorê axaftina Obama şaş dibînin
Pisporên terorê axaftina Obama şaş dibînin

K24 - Enqere

Dengveda Lûtkeya G-20 ya li Tirkiyeyê hê jî berdewam e. Pisporên Rohilata Navîn û akademisyen helwesta Serokê Emerîka Barack Obama ya derbarê Herêma Tampon de xeter dibînin.

Serokê Emerîkayê Barack Obama di axaftina xwe ya di dawiya Lûtkeya G-20ê de, diyar kir ku ew Herêma Tampon a li Sûriyeyê naxwazin. Ev daxuyaniya Barack Obama ji aliyê Pisporên Rohilata Navîn ve hate rexnekirin.

Di vê derbarê de Pisporê Terorê yê Navdewletî Doç. Dr. Mehmet Şahîn got: “Li vê derê ji bo avakirina herêmeke bi ewle ango bi gotina Tirkiyeyê herêmeke ku ji terorê re hatiye valakirin, divê hêzeke parastinê jî hebe. Lê belê Emerîka naxwaze leşkerên xwe li herêmê bicih bike. Dixwaze Tirkiye bi tena serê xwe vê bike. Ev helwesta Emerîka ne rast e.”

Hin pisporan jî gotin eger hemû hewldan bê encam bimînin, operasyonên li dijî DAIŞê jî wê bê encam bimînin û di encama vê yekê de jî çareserkirina pirsgirêka penaberan jî wê bê encam bimîne.

 Pisporê Terorê yê Navdewletî  Nîhat Elî Ozcan jî nerîna xwe wiha anî ziman: “Eger hûn deriyê xwe, di warê aborî, civakî û exlaqî de, bi temamî bigirin. Hûn nikarin pirsgirêkên civakî ji holê rakin. Heta pirsgirêkên penaberan neyên çareserkirin, ne mimkûne ku pirsgirêka Rojhilata Navîn were kontrolkirin.“

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan jî di Lûtkeya G-20ê de axavî û nêrîna xwe ya derbarê koçkirinê de dûbare kir. Erdoğan, di axaftina xwe de, diyar kir ku divê Serokên Dewletan di mijara qeyrana koçkirinê de ku bandoreke mezin li Tirkiye û Ewropayê dike, bi hev re tevbigerin û hevkar bin.