Dengvedana sondxwarina li Parlamentoya Tirkiyeyê

Leyla Zana bi Kurdî dest bi sondxwarina xwe kir û parlamentera HDPê ya Batmanê Ayşe Acar Başaran jî wekî parlamentera herî zû sond xwar derket pêş.

Dengvedana sondxwarina li Parlamentoya Tirkiyeyê
Dengvedana sondxwarina li Parlamentoya Tirkiyeyê

K24 – Enqere

26emîn heyama parlamentoya Tirkiyeyê, bi merasîma sondxwarinê dest pê kir. Sondxwarin 9 saet û 15 deqîqeyan berdewam kir. Di merasîmê de sondxwarina parlamenterên HDPê deng veda. Leyla Zana bi Kurdî dest bi sondxwarina xwe kir û parlamentera HDPê ya Batmanê Ayşe Acar Başaran jî wekî parlamentera herî zû sond xwar derket pêş.

Çoşa merasîma li komcivîna parlamentoyê ne wekî ya 7ê Hezîranê bû, lê belê vê carê tiştên balkêş derketin pêş. Ji wan tiştan yek jî di hatina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan de derket holê. Serokkomar Erdoğan ne ji aliyê Serokê Parlamentoyê Deniz Baykal lê belê ji aliyê Parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê İsmail Kahraman ve hat pêşwazîkirin.

Serokwezîr Ahmet Davutoğlu hê dor nehatibû li ser bajarê wî di rêza Enqerê de sonda xwe xwend. Parlamenterên HDPê jî bo protestokirina qetliyamên li Pirsûs, Enqerê û Parîsê, bi qurdeleyên reş li parlamentoyê bûn.

Herwiha hinek tiştên balkêş jî di xwendina sondê de derket pêş, Parlamentera HDPê ya Agirî Leyla Zana piştî 24 salan careke din bi sondxwarinê deng veda. Zana beriya sondxwarinê li Serokkomar Erdoğan nerî û bi Kurmancî got bi “Hêviya aştiyeke bi rûmet û mayînde”.

Baykal sonda Zana nepejirand û ji wê daxwaz kir ku sonda xwe dubare bike. Lê belê Zana guh li banga Baykal nekir. Parlamenterê HDPê Sırrı Süreyya Önder jî di dema sondxwarinê de serê xwe rane kir. Parlamenterê HDPê yê Batmanê Mehmet Ali Aslan beriya sondxwarinê bi Erebî peyam da û Parlamentera HDPê  ya Batmanê  Ayşe Acar Başaran jî di 22 saniyeyan de sonda xwe xwend.