Emerîka û Tirkiye li ser operasyona hevpar yekdeng in

Wezîrê Derve yê Emerîkayê John Kerry, ragehand ku ew dê bi Tirkiyeyê re dest bi operasyoneke li sînorê Sûriyeyê bikin.

Emerîka û Tirkiye li ser operasyona hevpar yekdeng in
Emerîka û Tirkiye li ser operasyona hevpar yekdeng in

K24 - Enqere

Wezîrê Derve yê Emerîkayê John Kerry, ragehand ku ew dê bi Tirkiyeyê re dest bi operasyoneke li sînorê Sûriyeyê bikin. Daxuyaniya Kerry bi erênî hat pêşwazîkirin. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Feridun Sinirlioğlu behsa planên Tirkiyeyê yên derbarê operasyonê de kir.

Tirkiye bi hevkariya Emerîkayê, li dijî DAIŞê, dest bi operasyonekê dike.

Derbarê operasyonê de pêşî Wezîrê Derve yê Emerîka John Kerry agahî dan. Kerry di bernameyeke Televizyona CNNê de, operasyona Şingalê bibîr anî û wiha got; “Me herêma Şingalê rizgar kir. Ji sedî 75ê sînorê Bakurê Sûriyeyê hatiye girtin. Niha em ê bi Tirkan re dest bi operasyonekê bikin ku 98 kîlometreyên mayî jî temam bikin.”

Daxuyaniya John Kerry ji aliyê Tirkiyeyê ve baş hate dîtin. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Feridun Sinirlioğlu bi daxuyaniyekê got wan li dijî gefên DAIŞê yên li ser sînorê Tirkiyeyê tedbîrên girîng stendine û ew dê di vê çarçoveyê de bi Emerîkayê re hevkariyeke berbiçav bikin.

Sinirlioglu wiha axifî: "Hê jî beşeke sînorê me ji aliyê DAIŞê ve tê kontrol kirin. Hin planên me hene ku em hebûna DAIŞê  ya li wê derê bi dawî bikin. Eger ev planên me temam bibin, em ê operasyonên xwe bi awayekî xurttir berdewam bikin.”

Balyozê Emerîkayê yê Enqerê John Bass jî di daxuyaniya xwe ya ji bo Rojnameya Hurriyetê de, got ew bi vê operasyonê armanc dikin di heman demê de, rê li ber kaçaxiya ku ji aliyê rêxistinê ve tê kirin bigirin û bi vî awayî dê dawî li piştgiriya fînansî ya bo DAIŞê were.