Barzanî daxwaza alîkariya navdewletî bo Şingalê kir

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragehand ku rizgarkirina Şingalê bi destê Hêzên Pêşmerge, derbeyeke dijwar bû ku li DAŞê hat xistin.

Barzanî daxwaza alîkariya navdewletî bo Şingalê kir
Barzanî daxwaza alîkariya navdewletî bo Şingalê kir

K24 – Dihok

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehand ku rizgarkirina Şingalê bi destê Hêzên Pêşmerge û serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, derbeyeke dijwar bû ku li DAŞê hat xistin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ligel hemû astengan, hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser prosesa avakrinê dê berdewam be. Barzanî, îro beşdarî merasîma vekirina projeya Haydro Pawer a li navçeya Dêrelûka qezaya Amêdiyê ser bi parêzgeha Dihokê bû. Ev proje di çarçoveya wan deynan de tê ku Japonê bi serpereştiya Ajansa JICA dane Iraqê.

Derbarî avedankirina Şingalê de jî, Nêçîrvan Barzanî, hêvî kir ku Japonya û welatên cîhanê alîkar bin di avakirina wî bajarî de û bi pêdivî zanî ku Hikûmeta Iraqê jî di prosesa avakirinê de rola xwe bibîne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got ku vekirina van corê projeyan, peyameke giring e ji bo hemû cîhanê ku di rojên reş de, xwesteka viyan û avedankirnê li cem gelê Kurdistanê berdewam e.

Di çarçoveya danîna bingehê projeya Haydro Pawer a elektrîkê de, Nêçîrvan Barzanî wiha axifî: "Projê Haydro Pawer di çarçoveya wan deynan de ye, ku Japonê bi serpereştîya Ajansa JICA dane Iraqê û evna jî dê bikeve xizmeta welatiyan."

Serokwezîr wiha axifî: "Hikûmeta Kurdistanê wek rêzgirtin li xelkê devera Amêdiyê û xebat û qurbanîdana wan ya di drêjahîya dîrokê da, dîsan xweragirtin û rolê wan di şerê dijî DAIŞê de, ev proje pêşkêşî deverê kiriye û em hêvîdar in projeyên mezintir li deverê cîbicîh bikin."