Wezîrê Derve yê Sûriyê serdana Moskoyê dike

Dê ligel hevşanê xwe yê Rûsî bicive.

Wezîrê Derve yê Sûriyê serdana Moskoyê dike
Wezîrê Derve yê Sûriyê serdana Moskoyê dike

K24- Navenda Nûçeyan

Biryar e heftiya bê Wezîrê Derve yê Sûriyê, Welîd Muelim serdana Rûsyayê bike.

Li gor ajansên Rûsî yên nûçeyan, dê Muelim di vê serdanê de ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov biciv e. Lê heta niha armanc.

Serdan wê roja 25ê Mijdarê were kirin.

Di 5 salên krîza Sûriyê de, Rûsya wek hevpeymana herî bihêz a rejîma Şamê hatiye pêş, herwiha berdewam li pêş derkirina biryarên navdewletî yên derheqê rejîma wî welatî de rêgir bû.

Niha Rûsya yek ji aliyên herî bihêz e yên ku danûstandinên Viennayê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê birêve dibin, lewma dibe ku ew serdana Muelim girêdayî wan danûstandinan be.