Parlementoya Fransayê heyama “Rewşa Awarte” dirêj dike

Dê Encûmena Pîran sibe deng li ser projeyê bide ji bo ku têkeve warê cîbicîkirinê.

Parlementoya Fransayê heyama “Rewşa Awarte” dirêj dike
Parlementoya Fransayê heyama “Rewşa Awarte” dirêj dike

K24- Navenda Nûçeyan

Parlementoya Frsanayê razîbûna xwe anî ziman li ser dirêjkirina heyama “rewşa awarte” li seranserê welat bo 3 mehên din.

Roja Şemiya borî Serokê Fransayê, François Hollande rewşa awarte ragehand bû, piştî çend êrîşên ku şeva berî wê li Parîsê çêbibûn.

Piştî ku parlementoya razîbûna xwe li ser dirêjkirina heyama rewşa awarte li Fransayê ragehand, dê sibe, 20ê Mijdarê, Encûmena Pîran jî deng li ser bide da ku piştire ew yasa ji roja 26ê mehê vê têkeve warê cîbicîkirinê de.

“Rewşa awarte” desthilatên berfireh dide artêşê û polîsan di encamdana operasyon û lêkolînan de li seranserê Fransayê.

Di bûyerên Parîsê de, yên ku DAIŞê berpirsariya wan girtibû stûyê xwe, 129 kesn canê xwe ji dest dan û 352 din jî birîndar in.