HUDA-PAR piştgiriyê dide Leyla Zana

Leyla Zana sonda parlementeriyê bi Kurdî dest pê kiribû, piştir e jî bi Tirkî berdewam kiribû.

HUDA-PAR piştgiriyê dide Leyla Zana
HUDA-PAR piştgiriyê dide Leyla Zana

K24 – Diyarbekir

Partiya Doza Azad (HUDA-PAR), nerazîbûna xwe bo sonda parlamenterî ya li Tirkiyeyê nîşan da û piştgirî da Leyla Zana.

Serokê HUDA-PARê yê Diyarbekir Şehmus Tanrikulu, ragehand ku li welatekî hewqas nasnameyên cuda hebin, sonda li ser Tirkperstî nayê pesend kirin û guhartin û xwendina wê sondê ji aliyê Leyla Zana ve jî erênî ye.

Şehmûs Tanrikulu bal kişand ser wê yekê ku divê ew sond bi temamî bê rakirin û got: “Ez Kurd im, ji bo çi li ser Tirkperestî sond bixum, gelek gel û neteweyên cuda li Tirkiyeyê hene, em wek Kurd û wek misilman jî wê sondê napejirînin.  Erebek an jî Kurdek çima li ser Tirkan sond dixwe? Divê herkes li gor nirx û baweriyên xwe sond bixwe.”

Herwiha Komeleya Mafên Mirovan û Mazlûman (MAZLUM-DER) û gelek partiyên siyasî û saziyên sivîl jî bİ daxuyaniyan nerazîbûnên xwe ji bo sonda li Parlamentoya Tirkiyeyê anîn ziman û piştgiriya Leyla Zana kirin ku ew sond guhartiyê û piştre xwendiye.