YNKê hewla navbênkariya PDK û Goranê dide

Mela Bextiyar diyar dike ku ew dê destpêka heftiya bê ligel PDK bicivin.

YNKê hewla navbênkariya PDK û Goranê dide
YNKê hewla navbênkariya PDK û Goranê dide

K24- Hewlêr

Serkirdeyekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragehand ku, ew bi komek pêşniyarên nû dê hewla jihev nêzîkkirina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê bidin.

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtbîroya YNK, Mela Bextiyar di daxuyaniyekê de ji K24 re îro, 19ê Mijdarê, ragehand ku, ew dê roja Yekşema bê serdana Hewlêrê bikin û ligel PDK bicivin.

Mela Bextiyar diyar kir ku, çend pêşniyarên nû helgirtin e ji bo ku ligel PDK gotûbêj bikin û çareseriyekê ji krîza siyasî ya li Herêma Kurdisranê re bibînin.

Wî serkirdeyê YNK amaje kir ku, eger PDK ew pêşniyar pesend kirin, ew dê ligel Tevgera Goranê, Komela Islamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê jî dest bi gotûbêjan bikin.

Roja 12ê Cotmehê, rêgirî li Serokê Parlementoya Kurdistanê, Yûsfi Mihemed, (ku ser bi Goranê ve ye) hat kirin ku derbasî Hewlêrê bibe.

Goranê ew hewldana bi “kodeta ji aliyê PDK ve” binav kir, di beramber de PDK, Tevgera Goranê bi “têkder” da zanîn.