Îsraîl: 55 çekdarên Îranî li Sûriyê hatine kuştin

Îstixbaratên Îsraîlê di raporekê de behsa kuştiyên Îran û Hizbullah li Sûriyê dike.

Îsraîl: 55 çekdarên Îranî li Sûriyê hatine kuştin
Îsraîl: 55 çekdarên Îranî li Sûriyê hatine kuştin

K24- Navenda Nûçeyan

Îstixbaratên Îsraîlê diyar dike ku heta niha 55 efser û leşkerên Îranî di şerê li Sûriyê de hatine kuştin.

Ajansa Reutersê li ser zarê çavkaniyeke payebilind ji îstixbaratên Îsraîlê îro, 19ê Mijdarê, belavkiriye ku, niha hezar û 300 leşkerên Îranî li Sûriyê şerê opozîsyonê dikin, piştî ku ew hejmar gehiştibû hezar û 800 kesî.

Heta niha Îran red dike ku ti hêzên wê yên leşkerî çûbin Sûriyê ji bo şer, lê dibêje ku wê tenê şêwirmendên leşkerî şandine wî welatî, ji bo alîkariya hêzên hikûmetê bikin.

Wî berpirsên Îsraîlî, ku navê wî nehatiye eşkere kirin, diyar kir ku ji destpêka krîza Sûriyê û heta 15ê Mijdarê, 55 leşkerên Îranê, di nav wan de feramnde û efser hebûn, hatine kuştin.

Derbarê kuştiyên Hizbullah a Libnanî jî, heman çavkaniya Reutersê gotiye ku, di navbera hezar û 2 hezar çekarên Hizbullah di şer û pevçûnên li Sûriyê de hatine kuştin.

Opozîsyona Sûriyê berdewam tekez dike ku, Artêşa Qudis û Pasdarên Îranê li Sûriyê piştgiriya rejîmê dikin li dijî hêzên opozîsyonê.