Qasim Şeşo: Êzdî tenê alaya Kurdistanê qebûl dikin

Daxwaz dike ku xizmetguzarî li Şingalê bên peydakirin, ji bo ku xelk vegerin deverê.

Qasim Şeşo: Êzdî tenê alaya Kurdistanê qebûl dikin
Qasim Şeşo: Êzdî tenê alaya Kurdistanê qebûl dikin

K24- Şingal

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê, Qasim Şeşo radigehîne ku, Kurdên Êzdî ji bilî alaya Kurdistanê ti alayek din qebûl nakin.

Qasim Şeşo ku îşev, 19ê Mijdarê, beşdarî progaremeke taybet a K24 ji Şingalê bibû, tekez kir ku, tenê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di proseya azadkirina Şingalê de beşdar bûn.

Derbarê vegera Kurdên Êzdî de bo Şingalê, Şeşo diyar kir ku, xelkê deverê li hêviya peydakirina xizmetguzariyan e ji bo ku vegerin malên xwe.

Şeşo amaje kir jî ku “Heta niha ti çek û pêwîstiyên leşkerî ji Hikûmeta Iraqê negehiştine me, tenê Hêzên Pêşmerge alîkarî û piştgiriya Êzdiyan kirine û ti aliyekî din di proseya rizgarkirina Şingalê de nebeşdar bû.”

Qasim Şeşo aşkere kir ku, hin alî bibûn asteng li pêş destpêkirina proseya azadkirina Şingalê, lewma ew operase dereng ketibû.