Siddik Eren
reporter
Bakurê Kurdistanê: Li ber siya aloziyan şanogerî
Li Diyarbekirê di festivala Şanoyê de ji Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê şanoger lîstikên xwe pêşkêş dikin.
K24 - Diyarbekir
Li Bakurê Kurdistanê ji aliyekî ve, şer û alozî didomin, li aliyê din hunerkar jî, bi berhemên xwe bêhneke hunerî pêşkêşî civakê dikin. Li Diyarbekirê di festivala Şanoyê de ji Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê şanoger lîstikên xwe pêşkêş dikin. Di festivalê de, bi zimanê Kurdî, Tirkî, Farisî û Erebî lîstik tên pêşkêş kirin.
Hunerkarên Şanogeriyê, di 3emîn Festivala Şaredariya Mezin ya Diyarbekirê de, ji Kurdistan û welatên derdor beşdarî dikin û lîstikên xwe pêşkêş dikin. Şanoger balê dikşînin ser wê yekê ku ji erdnigariya Kurdistan şer û tundî kêm nabin, lê li aliyên din ên jiyana civakî jî berdewam dike.
Kemal Ulusoy ku teqrîben 35 sal e li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê Şanogeriyê dike, ragihand ku ew di serdemên aloz de jî fêr bûne ku xebatên xwe bidomînin û berhemên hunerî pêşkêş bikin.
Ulusoy dazanîn ku ne ji ber xemsariyê, wek helwêst di rewşên aloz de jî hunerkariyê nadin rawestandin: "Huner ji alikî de jî wek terapiyê ye. Pêwistî pê heye, ji ber civaka me her di nav şer de ye, divê em bizanin din av şer de jî bijîn.."
Di Şanoyê de, ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê jî şanoger beşdarî festivalê bûn û listikan pêşkêş dikin.
Merîwan Zengene jî ev 30 sal e ku li Başûrê Kurdistanê bi hunera şanoyê re mijûl e. Zengene got ku ji ber xaka Kurdistanê di bin dagerkeriyan de maye, derfeta çand û hunera resen ya Kurdî çênebuye û diyar kir ku hilberina hunerên çandî bo Kurdan girîng e: "Em pêkve û bi hevkarî xweş serkeftî ne, em bi vê şanoyê jî wî tiştî dikin. Em hêvîdar in ku bikaribin, bi awayekî baş xizmeta neteweya xwe bikin da ku civakeke aram û serfiraz pêk bînin.”
Rêvebirên Festiivalê diyar kirin ku ji ber şer û aloziyan ew bi guman bûne ku temaşevan werin festîvalê, lê heskiriyên şanoyê yên Diyarbekirê bi baldariyeke mezin bo lîstikan nîşan dane bi taybet jî lîstikên Kurdî.