Kurdistan24
Nivîskar
Li Tirkiyê pergala serokatiyê û helwêsta partiyan
Roja Yekşema dahatû dê serokê parlamentoyê were hilbijartin û parlamento dest bi karê xwe bike.
K24 - Enqere
Heyama 26em a Parlamentoya Tirkiyeyê roja Sêşemba borî piştî sondxwarinê bi awayekî fermî dest pê kir. Roja Yekşema dahatû dê serokê parlamentoyê were hilbijartin û parlamento dest bi karê xwe bike. Lê pirs ew e ka gelo partiyên opozîsyonê dê di mijara pergala serokatiyê de çawa tevbigerin.?
Li Tirkiyeyê dawî li hikûmeta demkî hat û di rojên pêşiya me de hikûmet ji bo 4 salan wê bê damezrandin. Digel vekirina parlamentoyê mijara herî zêde tê meraqkirin pergala serokatiyê ye.
Gelo eger heye ku HDP li ser babetê digel AK Partiyê rêkeftinekê pêk bîne û li parlamentoyê piştgiriya wê bike?
Di nav parlamenterên HDPê de heta niha li ser mijare, fikrên cuda hatin ragihandin. Rojnameger fehim işik nîqaşan wiha rave dike: “Yanî baweriya min ew e ku di mijara destûra Tirkiyeyê ya bingehin de eger heye ku rêkeftinek di navbera HDPê û AK Partiyê de hebe. Lê li ser guherandina serokatiyê bawer nakim ku ew hêz tu car wekî hev bifikrin.”
Li nav HDPê babet her çend cihê niqaşan be jî wiha diyare ku CHPê deriyên xwe yekser ji bo pergala serokatiyê girtî ye. Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu jî meseleyê wiha dinirxîne: “Me di serî de ji hikûmetê got eger hûn ê li ser serokatiyê biaxivin neyên ba me, em difikirin ku rejîma serokatiyê ne li gor Tirkiyeyê ye. Loma em naxwazin, nîqaşên destûra nû jî, di nav nîqaşên serokatiyê de wenda bibin.”
Li Tirkiyeyê beriya 2014an serokkomar ji aliyê parlamentoyê ve dihat hilbijartin, lê ev pivan digel Recep Tayyip Erdoğan guherî û Recep Tayyip Erdoğan di sala 2014an de bû yekem serokkomarê ku ji aliyê gel ve hat hilbijartin û piştî vê yekê jî nîqaşên serokatiyê bûn rojeveke sereke ya Tirkiyeyê.