Kurdistan24
Nivîskar
Ji Stenbolê heta Hewlêrê rêwîtiya bi otobusan
Li Stenbolê fîrmayeke otobusan a taybet, her roj di navbera Başûrê Kurdistanê û Stenbolê de geştan dike û rêwî ji rewşa xwe kêfxweş in.
K24 – Stenbol
Ji bo rêwîtiyên dûr û dirêj welatî zêdetir bi balafiran geştên xwe dikin. Lê li Stenbolê fîrmayeke otobusan a taybet, her roj di navbera Başûrê Kurdistanê û Stenbolê de geştan dike. Rewî nêzîka 2 rojan bi rê de diçin, lê tevî dirêjahiya rê, ji rewşa xwe kêfxweş in.
Li Stenbolê termînaleke biçûk ya otobusan heye. Rêwî ji bo rêwîtiya 30 seatî, amadehiyên xwe yên dawîn dikin û piştre bi otobusê ber bi bajarên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê ve bi rê dikevin.
Welatiyên Başûrê Kurdistanê eleqeyek mezin nîşanî bajarê Stenbolê didin. Ew kesên ku tên Stenbolê heya niha bi balafirê hatine, lê belê di salên dawîn de hejmara kesên bi otobusê rewîtiyê dikin zêde bûye. Ji ber otobus di rawestgehan de, demek dirêj disekine û herwiha turîst jî bajarên cur bi cur dibînin.
Derbarê geştên bi otobusê de rêwiyek wiha dibêje: "Ji vira heta Başûrê Kurdistanê çawa wext derbas dibe, em pê nahesin. Em lê dinêrin, em çûne Kurdistanê."
Di rojê de 18 caran bi otobusê sefer tên kirin û havînê nêzî 900 rêwî di navbera Başûrê Kurdistanê û Stenbolê de tên û diçin. Fîrmayên otobusan, li gorî 2 balafirên ku sefera Başûrê Kurdistanê dikin, zêdetir rêwîyan dibin û tînin."
Şofêrek jî wiha dibêje: "Bajar bajar, welat welat digerin. Mirovan dibînin, civakê dibînin. wêneyan dikêşin, em bi hev re sohbetan dikin."
Rêveberê Giştî ya Beşa Derwelat ya Fedarasyona Otobusan Îrem Bayram dibêje, ji bo Kurdên Başûr Stenbol tercîha yekem e: "Welatiyên Kurdistanê pir ji geştê hez dikin. Hez dikin ku şarên Tirkiyê bibînin. Çûnûhatina bi otobusê, bo wan ne tenê çûnûhatin e, ev tiştekî xweş e."
Wiha xuya dike ku di salên pêş de bi otobusan çûnûhatina di navbera Başûrê Kurdistanê û Stenbolê de wê zêdetir bibe.