Li Bamakoya paytexta Malî, çend kesan êrîşî otêlekê kirin û 170 kes dîl girtin.
Li Malîyê 170 kes dîl hatin girtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bamakoya paytexta Malî, çend kesan êrîşî otêlekê kirin û 170 kes dîl girtin.
Vê sibê (20.11.2015), 3 çekdarên radîkal êrîşî otêla Radîssonê ya li taxa Hamdallaye ya Bamakoya paytexta Maliyê kirin û gelek kesên biyanî dîl girtin.
Li gor agahiyên K24ê, heta niha 170 kes dîl hatine girtin, ji wan 140 kes mêvan in û 30 kes jî karmendên otêlê ne.
Êrîşker bi otomobîleke plakaya diplomatik çûne nav otêlê û teqe li karmendên otêlê kirine, lê belê heta niha nayê zanîn çend kes bûne qurbanî.