Li eniya Giwêr Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê karîn êrîşeke çekdarên DAIŞê têk bişkînin û derbeyeke dijwar li wan bidin.
Li Giwêr êrîşeke DAIŞê hat têkşikandin
K24 – Hewlêr
Li eniya Giwêr Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê karîn êrîşeke çekdarên DAIŞê têk bişkînin û derbeyeke dijwar li wan bidin.
Îro (20.11.2015) ji eniya Giwêr a ser bi Hewlêrê çavkaniyeke leşkerî ji K24ê re got ku Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê êrîşeke çekdarên DAIŞê têkşikandine.
Heman çavkaniyê da zanîn ku di encama wê êrîşê de 2 Pêşmerge birîndar bûne û bo nexweşxaneya Hewlêrê hatine şandin. Wê çavkaniyê diyar kirk u Pêşmergeyan derbeyeke dijwar li çekdarên DAIŞê dane û hejmarek çekdar jî hatine kuştin.