Kurdistan24
Nivîskar
Operasyona hevpar a li Sûriyeyê tê çi wateyê?
Emerîka biryar da ku sînorê bakurê Sûriyeyê yê di navbera Mare û Cerablusê de ku ji 98 kîlometreyan pêk tê, ji DAIŞê were paqijkirin.
K24 – Enqere
Daxuyaniya Wezîrê Derve yê Emerîkayê John Kerry a wek “em dê bi Tirkiyeyê re li dijî DAIŞê operasyoneke hevkar pêk bînin” ji aliyê akademisyenan ve hat nirxandin. Akademisyenên Tirk dibêjin pêk hatina vê yekê bi gelek şertan ve girêdayî ye.
Emerîka biryar da ku sînorê bakurê Sûriyeyê yên di navbera Mare û Cerablusê de ku ji 98 kîlometreyan pêk tê, ji DAIŞê were paqijkirin û ragehand ku ew ê divê mijarê de ligel Tirkiyeyê hevkariya bikin.
Ev biryara Emerîka li Tirkiyeyê bû cihê niqaşan. Akademisyenên Tirk hevkariya Tirkiyeyê û Emerîka ya li dijî DAIŞê rast dinirxînin lê dibêjin pêk hatina vê yekê gelekî dijwar e.
Derbarê mijarê de Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Dr. H.Mustafa Eravci ji K24ê re got: “Di mijara Sûriyeyê de, politikaya Tirkiye aşkere û gelekî zelal e. Eger di asta navdewletî de operasyonek pêk were, Tirkiye wê di wê operasyonê de cih bigire. Lê belê heta ku gefeke rasterast li dijî wê çênebe, ne mimkûne ku bi tena serê xwe, operasyoneke bejayî pêk bîne.”
Akademisyenên ku daxuyaniya Kerry wek metirsiyekê dinirxînin jî hene. Prof. Dr. Mustafa Sıtkı Bilgin got; “pirsgirêka DAIŞê gelekî girîng e û hemû dewletên cîhanê û her wiha hemû mirovahiyê eleqedar dike lê belê daxuyaniyên Kerry ne zelal in.”
Sitki wiha axifî: “Ev daxuyaniyên Kerry ne zelal in. Çi dibeje Kerry ? Emerîka û tu hêzên Ewropa wê hêzên xwe yên bejayî terxan neke. Eger dixwazin bi tenê Tirkiyeyê bişîne qada şer û her tiştî li ser Tirkiyeyê bihêle, Tirkiye wê nebe parçeyekî vê lîstika wan.”
Pisporên Siyasetê û Akademisyenên li Tirkiyeyê dibêjin, Rusya, Îran û dewletên Yekîtiya Ewropayê, her yek ji wan xwedî stratejîyekê ye û li gor berjewendiyên xwe yên demdirêj tevdigerin û divê Tirkiye jî li gorî vê yekê tevbigere.