Ji Başûr alîkarî ber bi Kobanê ve diçin

Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî û rêxistinek Amerîkî bi erkê şandina alîkariyan rabû ne.

Ji Başûr alîkarî ber bi Kobanê ve diçin
Ji Başûr alîkarî ber bi Kobanê ve diçin

K24- Navenda Nûçeyan

Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî û rêxistinek Amerîkî alîkariyên mirovî dişînin bajarê Kobanê.

Berpirsê beşa alîkariyan li Dezgeha Barzanî, Ismahîl Ebdulezîz di daxuyaniyekê de ragehand ku, karwana alîkariyan pêr, 18ê Mijdarê, ber bi KObanê ve birê ketiye.

Derbarê alîkariyên ku ji aliyê dezgehê ve hatine şandin de, Ebdulezîz diyar kir ku wan 120 ton ji arvan bi hevkariya rêxistina Amerîkî ya bi navê (LDS) şandine Kobanê.

Ebdulezîz diyar kir jî ku, ji dema rizgarkirina Kobanê û heta niha, Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî 10 karwanên alîkariyan şandine wî bajarî.

Navborî tekez kir jî ku, ew hemû hewldanên xwe dikin ji bo ku rêxistinên navdewletî jî alîkariyan bişînin Rojavavyê Kurdistanê.