Kurdistan24
Nivîskar
Zarokên Diyarbekirê daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî dikin
Roja Mafên Zarokên Dinyayê bi çalakiyekê li Diyarbekirê hat lidar xistin.
K24- Diyarbekir
Di çarçoveya çalakiyên Roja Mafên Zarokên Dinyayê de îro li Diyabekirê Komeleya Mezlûm-Derê daxuyaniyek da û daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî bo zarokên Kurd kir.
Di konferenseke rojnamevanî de qîzeke 10 salî bi navê Nûbihar Çoban got, em Kurd in, dayîk û bavên me Kurd in, hiş û fikrên me jî Kurdî ne, lê mixabin em nikarin li Tirkiyeyê bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin.
Nûbihar Çobana piçûk îro li avahiya Mezlumderê ragehand ko fikrê zarokên Kurdan bi zimanê Kurdî bi rê ve diçe. Lê ji ber ku perwerdeya bi zimanê Kurdî li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê nîne, ew di navberê de dimînin û êdî nizanin ser bi ku derê ve ne.
Çobanê wiha got: “Em di jiyana xwe ya perwerdeyê de kêm dimînin. Ji ber vê dubendiyê em perwerdeya bi zimanê Kurdî dixwazin. Ev mafê me zarokan e, ev mafê mirovan e, ev mafê gerdunî ye, mafê tu kesî nîne ko zimanê zikmakî qedexe bike.”