Kurdistan24
Nivîskar
Amerîka: Çarenivîsa Esed dê li Viennayê were diyarkirin
Di civîna Viennayê de aliyên navdewletî nexşerêya çareseriyê li Sûriyê pesend kirin.
K24- Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Amerîka radigehîne ku, çarenivîsa Serokê Sûriyê Beşdar Esed wê di civînên navdewletî de were diyarkirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka, John Kirby, pêwîst e çarenivîsa Esed were yekalîkirin, dê ev pirs di civînên navdewletî yên li Viennayê de were diyarkirin.
Roja Şemiya borî, 20 welat û rêxistina di nav wan de Amerîka, Rûsya, Erebistana Siûdiyê û Îran, li ser avakirina hikûmeta veguhêz di navbera opozîsyon û rejîma Sûriyê de li heyama 6 mehan rêkeftibûn.
Kirby amaje kir jî ku, niha pirsa çarenivîsa Esed xala nakokiyê ya herî emzin e di navbera aliyên navdewletî de.
Herwiha di civîna Viennayê de aliyên navdewletî li ser pêwîstiya birêveçûna hilbijartinên gitşî li Sûriyê di çarçoveya 18 mehan de jî rêkeftine.
Rûsya rijd e li ser wê yekê ku, divê gelê Sûriyê çarenivîsa Esed diyar bike.