"Li cîhanê destdirêjiya ser zarokan zêde dibe"

Konseya Ewropayê bal kişand ser destdirêjiya zarokan û hat diyarkirin ku herî zêde zarokên penaber û yên di destê DAIŞê de rastî destdirêjahiyê tên.

"Li cîhanê destdirêjiya ser zarokan zêde dibe"
"Li cîhanê destdirêjiya ser zarokan zêde dibe"

K24 – Enqere

Konseya Ewropayê bal kişand ser destdirêjiya zarokan û hat diyarkirin ku herî zêde zarokên penaber û yên di destê DAIŞê de rastî destdirêjahiyê tên.

Li Enqereyê bo dawî li çewisandin û destdirêjahiya ser zarokan were doh çalakiyek hat kirin. Çalakî ji aliyê  Konseya Ewropayê vehat organîzekirin.

Hat ragihandin ku bi vê çalakiyê tê armanckirin balê bikişînin ser wan zarokan ku penaber bûne û ketine destê DAIŞê. Endama Komîsyona Mafên Mirovan Aliye Ersever di vê derbarê de got: “Li seranserî cîhanê çewisandin û destdirejiya li ser zarokan zêde dibe. Bi vê projeyê tê armanckirin ku hişmendiyekê di nava zarok, malbat û civakê de pêk bîne ku bûyerên bi vî rengî rasterast were ragihandin û sûcdar werin cezakirin.”

Di çalakiyê de hat ragihandin ku  ev pirsgirêk di platformên navneteweyî de zêde  nehatiye rojevê û xebatên li Tirkiyeyê tên kirin jî, gelekî kêm in.

Endama Konseya Ewropayê Funda Gezmiş jî wiha dibêje: “Em di vê xabatê de bi Konseya Ewropayê re dixebitin. Welatên ku endamên Konseya Ewropayê ne li welatên xwe çalakiyan pêk tînin ku balê bikşînin ser destdirêjahiya zarokên li welatên xwe.”

Li Tirkiyeyê 24 baroyan bi daxuyaniyekê da zanîn ku sûcên fîzîkî û destdirêjiya li ser zarokên penaber her diçe zêde dibe. Baroyan di vê çarçovê de bang li rayedarên dewletê û hemû saziyan sivîl kirin ku bi hestyariya “zarok  zarok in” tev bigerin û berpirsiyariya xwe pêk bînin