Kurdistan24
Nivîskar
Rûsya: Li Sûriyê 731 pêgehên DAIŞê bûne armanc
Rûsyayê roja 30ê Îlonê dest bi êrîşên esmanî li dijî pêgehên DAIŞê yên li Sûriyê kir
K24 - Navenda Nûçeyan
Ajansa Interfax a Rûsyayê ragehand ku firokeyên şer ên Rûsyayê 394 operasyon li Sûriyê encam dane û di sê rojên borî de 731 pêgehên DAIŞê kirine armanc.
Rûsyayê roja 30ê Îlonê dest bi êrîşên esmanî li dijî pêgehên DAIŞê yên li Sûriyê kir, lê welatên herêmê, rojava û Amerîka jî dibêjin ku ew êrîş ji bo piştgiriya rejîma Sûriyê ne li dijî opozîsyonê.
Derbarê vê yekê de Fermandeya Hêza Rûsyayê ya Esmanî duh (20.11.2015) ragehand ku firokeyên wan li Sûriyê 394 operasyon encam dane û tenê di sê rojên borî de 731 pêgeh kirine armanc.
Ajansê diyar kir ku hêza Rûsyayê heşt firokeyên Sîxoyî corê 34 û yekîneyên ji (AS û AY-27 AM 3) wergirtine. Ji aliyeke din ve Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragehandibû ku, firokeyên wan 140 armancên DAIŞê li Sûriyê ji nav birine û di yek operasyonê de 600 çekdar kuştin e.
Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê, Sergei Shoigu duh gotibû ku ew dê hejmara firokeyên xwe yên li Sûriyê bo 69 firokeyan zêde bikin.