Di nav CHPê de nîqaşên li ser serokatiyê berdewam in

Li Tirkiyeyê piştî hilbijartinên giştî nîqaşên di nav partiyên opozîsyonê de berdewam in. Ji CHPê dengên cuda derdikevin.

Di nav CHPê de nîqaşên li ser serokatiyê berdewam in
Di nav CHPê de nîqaşên li ser serokatiyê berdewam in

K24 – Stenbol

Li Tirkiyeyê piştî hilbijartinên giştî nîqaşên di nav partiyên opozîsyonê de berdewam in. Ji CHPê dengên cuda derdikevin. Berbijarên serokatiya Partiya Komara Gel (CHP) gehişt çaran. Gelo wateya vê pêşbirkeyê çiye?

Partiya Komara Gel di hilbihartinên 1ê Mijdarê de ji sedî 25ê dengan wergirt û ew rêje bû sedema nîqaşên navxweyî. Heta îstîfaya Kemal Kılıçdaroğlu jî hat rojevê lê Kılıçdaroğlu ew nîqaş zelal kir û got ku heta biryara partiyê neguhere wê li ser postê xwe bimîne.

Lê belê ji nava CHPê dengên cuda tên û Umut oran, Mustafa Balbay û Muharrem İnce dibêjin ku ew ji bo serokatiya CHPê namzedin û divê êdî di CHPê de guhertinek pêk were.

Li ser mijarê Parlamenterê CHPê Mustafa Balbay wiha dibêje: "Ez wek Mustafa Ali Balbay, ji bo geşepêdana partiya me, ji bo CHPyek nû. Ez dibêjim ez amade me ji bo serokatiya CHPê. Kongreya me ya asayî dê kom bibe em dê nirxandinekê bikin."

Parlamenter Muharrem Înce jî nerînên xwe wiha tîne ziman: "Ev 6 hilbijartinin CHP bi ser nakeve, kî dikare garantiya serkeftina hilbijartina 7emîn bide? Wê ev rêveberî serkeftina CHPê pêk neyîne."

Alikarê Serokê Giştî yê CHPê Sezgin Tanrıkulu wan dengên cuda yên di nava CHPê de wiha dinirxîne: "Gelek asayî ye. Ji xwe ew cudabûn divê di nava partiyên demoktratîk de hebin. Ev yek jî nîşan dide ku di nav CHPê de demokrasiya navxweyî heye. Hemû kes wek şikestinekê dinirxînê lê em bextewer in ku partiya me pirrdeng e."

Sala 2010an di kongreya asayî ya 33emîn de Kemal Kılıçdaroğlu bûbû serokê CHPê yê nû. Kılıçdaroğlu ku ew 5 sal in CHPê birêve dibe, bi guhertinên di nava partiyê de ku pêk anîn, axaftin li ser tê kirin. Herwiha gelek neteweperestên di nav CHPê de jî hatibûn dûrxistin..