Artêşa Tirk dîsan dest bi bombardimanê kir

Firokeyên şer ên Tirkiyê bo dema çend saetan li hinek navçeyên Başûrê Kurdistanê baregahên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bombardiman kirin.

Artêşa Tirk dîsan dest bi bombardimanê kir
Artêşa Tirk dîsan dest bi bombardimanê kir

K24 – Hewlêr

Firokeyên şer ên Tirkiyê bo dema çend saetan li hinek navçeyên Başûrê Kurdistanê baregahên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bombardiman kirin.

Li gor agahiyên peyamnêrê K24ê li quntara çiyayê Qendîlê, şevê din ji saet 1ê ve 4 firokeyên şer ên Tirkiyê baregahên PKKê yên li Bêrêş, Pirmemke û deverên çiyayî wek Kaskan û Piştaşan bombardiman kirin.

Ha zanîn ku baregahên PKKê yên li çend gundên navçeya Sawsêwe ya nehyeya Wertê ya ser bi qezaya Rewandiz jî hatine bombardiman kirin.

Roja (22.07.2015) du polîsên Tirk li Bakurê Kurdistanê hatin kuştin û baskê leşkerî yê PKKê Hêzên Parastina Gel (HPG) berbirsyariya kuştina wan polîsan li xwe girt.

Roja (24.07.2015) Artêşa Tirk bi rêya firokeyên şer û topxaneyan dest bi topbarankirin û bombardimankirina baregehên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê kir û bi vêna jî agirbesta di navbera wan de hat şikandin.