Kurdistan24
Nivîskar
Amerîka û Tirkiyê dest bi operasyonan kirin
Şeva borî opersyona hevbeş a Tirkiye û Amerîkayê li dijî çekdarên DAIŞê li Sûriyê dest pê kir.
K24 - Navenda Nûçeyan
Şeva borî opersyona hevbeş a Tirkiye û Amerîkayê li dijî çekdarên DAIŞê li Sûriyê dest pê kir.
Berî niha Wezîrê Derve yê Emerîkayê John Kerry, ragehandibû ku ew dê bi Tirkiyeyê re dest bi operasyoneke hevbeş li sînorê Sûriyeyê bikin.
Daxuyaniya Kerry erênî hat pêşwazîkirin û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Feridun Sinirlioğlu behsa planên Tirkiyeyê yên derbarê operasyonê de kir.
Şeva borî (20.11.2015 ) operasyona hebeş a Amerîka û Tirkiyê li dijî pêgehên DAIŞê li Sûriyê dest pê kir. Di vê derbarê de medya Tirkiyê belav kiriye ku di wê operasyonê de 6 firokeyên F16 yên Tirkî û F15 yên Amerîkayê beşdar bûne.
Li gor medya Tirkiyê opersyon bi piştgiriya ketîbeya Sûltan Mûrad bû û di encam de ketîbeya navborî kariye çend gundên bakurê bajarê Helebê kontrol bike û 70 çekdarên DAIŞê bikujin.