Kurdistan24
Nivîskar
Parlamenteriya Lezgîn Botan di metirsiyê de ye
Parlamenterê HDPê Lezgîn Botan 6 sal û 3 meh cezaya girtîgehê wergirt. Eger ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve bê erêkirin dê parlamentertiya wî bikeve û bê girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlamenterê HDPê Lezgîn Botan 6 sal û 3 meh cezaya girtîgehê wergirt. Eger ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve bê erêkirin dê parlamentertiya wî bikeve û bê girtin.
Duyemîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê, derbarê Lezgîn Botanê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan yê Wanê, Parlamenterê berê yê HDPê Selamî Ozyaşar û 4 rêveberên sendîkayan de biryara xwe aşkera kir.
Dadgehê bi hinceta ku Lezgîn Botan û Selamî Ozyaşar endamên "rêxistina terorê" ne bi 6 sal û 3 meh cezayê hepsê hat ceza kirin. Eger ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve bê pesendkirin, dê parlamentertiya Lezgîn Botan betal bibe û bê girtin.
Li aliyê din derbarê Sebahat Tuncel parlamentera berê ya HDPê de, ji ber axaftinên wê yên Newroza 2013ê doza girtinê hate vekirin.