Îdrîs Baluken helwêsta Leyla Zana rexne dike

Cîgiré Seroké Koma HDPé Îdrîs Baluken li ser sondxwarina Leyla Zana axavî û got: "Leyla Zana serbixwe tevgeriya, ev ne biryara HDPé bû."

Îdrîs Baluken helwêsta Leyla Zana rexne dike
Îdrîs Baluken helwêsta Leyla Zana rexne dike

K24 - Enqere

Cîgiré Seroké Koma HDPé Îdrîs Baluken li ser sondxwarina Leyla Zana axavî û got: "Leyla Zana serbixwe tevgeriya, ev ne biryara HDPé bû."

Îdrîs Baluken wiha axifî: "Divé ew mesele neyé mezin kirin. Tu endamên HDPê wé tekstê bi dilekî rehet naxwînin. Lê me got em nerazîbûna xwe, aciziya xwe ya ser tekstê, bi nîqaşên derve nişan bidin."

Baluken doh di civîneke çapemeniyê de da zanîn ku parlamenterên wan ji xwe bi awayê xwe yê xwendina tekstê nerazîbûn nişan dan û axaftina xwe wiha qedand: "Pêwîst e di vê qonaxê de, çalakiyên ku rê li rojevên girîng vekin, neyên kirin."

Leyla Zana yekem car di sala 1991ê de kete parlamentoya Tirkiyeyê. Di wê salê de Zana di dawiya sondxwarina xwe de bi kurmancî gotibû; “Min ev sond ji bo gelê Tirk û Kurd xwend” û li seranserî cîhanê deng veda bû. Zana Piştî 24 salan careke dî bi sondxwarina xwe ya bi Kurdî pêşî li niqaşên siyasî vekir.

Car caran qeyranên siyasî, dibe sedem ku nûsazî û guhertinên baş derkevin holê. Dibe ku ev qeyran jî pêşî li avêtina gavên demokratîk vekin. Herwiha siyasetzanan jî berî niha tekez li ser wê yekê kiribûn ku rastiya demokrasiya li Tirkiyeyê bi xwendina wê tekstê careke din derketiye pêş û di xebatên “Destûra nû” de ev mijar dê gelekî were niqaşkirin.