Mesrûr Barzanî: Şingal beşek e ji Kurdistanê

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, tekez kir ku bajarokê Şingalê beşekî veneqetandiye ji axa Kurdistanê û Kurdên Êzdî jî evna îspat kirine.

Mesrûr Barzanî: Şingal beşek e ji Kurdistanê
Mesrûr Barzanî: Şingal beşek e ji Kurdistanê

K24 – Navenda Nûçeyan

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, tekez kir ku bajarokê Şingalê beşekî veneqetandiye ji axa Herêma Kurdistanê û Kurdên Êzdî jî evna îspat kirine.

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li sengerê rûbirûbûna çekdarên DAIŞê ê devera Şingalê de, ji rojnameya Financial Times a Brîtanî re axifî û got: "Piştî wan hemû şehîd û birîndarên Hêzên Pêşmerge li Şingalê, bê guman em dê biparêzin û jê venakişin."

Mesrûr Barzanî, tekez kirk u Şingal beşekî veneqetandî ye ji axa Başûrê Kurdistanê û wiha axifî: "Pêvezeliqandina bi parêzgeha Nînewayê ve ku piraniya wê Ereb in, hewldana serokê rejîma berê ya Iraqê Sedam Husên bû û armanc jî guhertina demografya Kurdistanê bû."

Barzanî, bibîr xist ku Hêzên Pêşmerge û serkirdayetiya siyasî ya Başûrê Kurdistanê naxwazin rûbirûyê hikûmeta Iraqê bibin û derheqa Kurdistanîbûna Şingalê de jî got: "Kurdên Êzdî di hilbijartinên borî de bi awayekî eşkere ragehandin ku beşak in ji Herêma Kurdistanê."

Derbarê şervanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de jî Barzanî, diyar kirk u di operasyona azadkirina Şingalê de, wan hêzan xwestine xwederxistineke taktîkî bikin daku îspat bikin ew jî hene, lê belê "Ew ne beşek bûn ji plane."

Roja îna 13ê Mijdara 2015ê, Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi tevahî rizgarkirina bajarokê Şingalê û serkeftina operasyonê ragehand ku wî bi xwe raste rast serpereştî dikir.