Obama: Divê cihekî aram ji terorîstan re nemîne

Serokê Amerîkayê Barack Obama got ku êrîşa ser otêla Maliyê, dê pêdagiriya wan di şerê dijî terorîstan de xurttir bike.

Obama: Divê cihekî aram ji terorîstan re nemîne
Obama: Divê cihekî aram ji terorîstan re nemîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîkayê Barack Obama got ku êrîşa ser otêla Maliyê, dê pêdagiriya Amerîkayê û hevpeymanên wê di şerê dijî terorîstan de xurttir bike û ew nahêlin tu cîyekî ewle ji kesên radîkal re hebe.

Serokê Amerîkayê Barack Obama, îro di axaftinekê de li Koşka Asian a Malezyayê, behsa êrîş û desteserkirina dîlên li Malîyê kir û got: “Bîranîneke metirsîdar a karesatên terorê bû, ev bûyer pêdagiriya me ya ji bo rûbirûbûna van astengan zêdetir dike.”

Serokê Amerîkayê wiha axifî: “Hêzên Amerîkayê alîkarîkiriya dewleta Maliyê kirin daku zerarên zêdetir ên giyanî çênebin.”

Duh roja înê hinek çekdaran êrîşî otêla Radisson Blue ya li Bamakoya paytexta Maliyê kirin û 170 kes ji mêvan û karmendên wê wek dîl girtin. Piştre, hêzên ewlekariyê karîn kontrola otêlê bikin û di bûyerê de nêzîka 20 kesan jî hatin kuştin.

Tayê Elmurabitîn ya ser bi Rêxistina El Qaîde, berpirsiyariya xwe ya li hember wê êrîşê ragehand.