Kurdistan24
Nivîskar
Mistura: Kongreya Riyadê bo opozîsyonê giring e
Berî niha Erebistana Siûdiyê li ser zarê Nûnerê xwe yê Neteweyên Yekbûyî Ebdullah el-Mûalimî ragehandibû ku ew dê kongreyekê bi mebesta komkirina opozîsyona Sûriyê û yekgirtina wê di meha dahatû de lidar bixe.
K24 - Navenda Nûçeyan
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê taybet li Sûriyê, Staffan de Mistura got ku kongreya Riyadê bo yekgirtina opozîsyona Sûriyê girîng e.
Berî niha Erebistana Siûdiyê li ser zarê Nûnerê xwe yê Neteweyên Yekbûyî Ebdullah el-Mûalimî ragehandibû ku ew dê kongreyekê bi mebesta komkirina opozîsyona Sûriyê û yekgirtina wê di meha dahatû de lidar bixe.
Derbarê mijarê de Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê taybet li Sûriyê, Staffan de Mistura îro ji rojnameya el-Heyat a Erebî re got ku kongreya Riyadê bo komkirin û yekgirtina opozîsyona Sûriyê girîng e.
Mistura da zanîn ku zehmet e bêyî opozîsyoneke hevgirtî danûstandinên di navbera rejîm û opozîsyona wê de bên kirin. Li gor Mistura, Urdin dê lîsteya grûpên lîberal ên opozîsyonê bo beşdarîkirina di danûstandinan de amade bike.
Wek tê zanîn di hefteya borî de û dicivîna Viennayê de 20 welatên beşdar û Amerîka û Rûsya li ser nexşeyekê bo çareserkirina krîza Sûriyê rêkeftibûn.