Kurdistan24
Nivîskar
Derbarê êrişa Parîsê de 3 kes li Antalya hatin girtin
Endamê DAIŞê yê ji Fasê bi îdiaya ku keşfdarê bûyera Fransayê ye dema dixwest bireve Sûriyeyê, li Antalyayê hat girtin.
K24 – Enqere
Li Parisa paytexta Fransayê hefteya borî êrîşek terorî hatibû kirin û di encam de 132 kesan canê xwe dest dabû. Endamê DAIŞê yê ji Fasê bi îdiaya keşfdarê vê bûyerê ye dema dixwest bireve Sûriyeyê, li Antalyayê hat girtin.
Ahmet Dahmaniyê 26 salî ku tê îdiakirin beriya teqîna li Fransayê cihê bûyeran keşif kiriye, dema ji Belçîkayê hate belafirgeha Antalyayê kete bin çavdêriya polîsan.
Hêzên Asayîşa li dijî terorê ragihandin ku Dahmanî di 16ê Mijdarê de li Manavgata Antalyayê, li hoteleke 5 stêrk bi cih bû ye.
Piştî polîsan derxist holê ku Ahmet Dahmanî di êrîşa terorî ya Parîsê de cih girtiye operasyon bir ser Hotela ew lê dima û ew binçav kir û paşê 2 kesên din ên bi navê Ahmet Tahir û Muhammed Vediye ku bi wî re têkildar in jî hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku li ser wan pasportên sexte yên Tirkiyeyê derketine û ew jî endamên DAIŞê ne. Her sê endamên DAIŞê yên ku xwe amade dikin biçin Sûriyeyê hatin girtin.