Kurdistan24
Nivîskar
NYê biryar da ku têkoşîna li dijî DAIŞê xurttir bike
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryar da ku têkoşîna Fransa ya li dijî DAIŞê derkeve 2 qatan û dewletên tevlî operasyonan bibin jî bi awayekî koordînê tevbigerin.
K24 - Enqere
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryar da ku têkoşîna Fransa ya li dijî DAIŞê derkeve 2 qatan û dewletên tevlî operasyonan bibin jî bi awayekî koordînê tevbigerin. Biryar bi dengê hemû endaman hat qebûlkirin.
Di wergirtina biryarê de, hat gotin ku DAIŞ li ber aştî û ewlehiya Navneteweyî gefeke mezin e û qetliyamên wê ên li Tûnis, Enqere, Beyrûd û Parîsê û çalakiya xistina firokeya Rûs hatin şermezar kirin.
Li aliyê din, daxwaz ji dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê hat kirin ku têkoşîna li dijî DAIŞê ya li Iraq û Sûriyeyê xurt bikin û rê li ber ketin û derketina endamên DAIŞê ên biyanî bigirin ku derbasî nav axa wan nebin.
Piştî wergirtina biryarê, Nûnerê Timîdom yê Fransayê yê Neteweyên Yekbûyî François Delattre bi daxuyaniyekê got; “Bi vê biryarê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, operasyonên ku me li dijî DAIŞê dane destpêkirin ket bin şertên Neteweyên Yekbûyî û Hiqûqa Navneteweyî. Di rojên pêş de, bi gihiştina balefirhilgira me Charles de Gaulle em dê operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê derxînin 3 qatan.”
Nûnerê Timîdom yê Rûsya yê Neteweyên Yekbûyî Vitaly Churkin jî diyar kir ku di warê têkoşîna li dijî terorê de, xweşbîniya di navbera dewletan de, her ku diçe zêdetir dibe û ew piştgiriya vê biryarê dikin.
Pêşnûmeya biryarê ji aliyê Fransayê ve hate amadekirin û doh pêşkeşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hatibû kirin.